10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
ANKARA
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî, ji bo çareserkirina aloziyên giştî yên li Herêma Kurdistanê û gihîştina encamekî berbiçav pêşniyariyek pêşkêşî partiyên siyasî kir.
Kosret Resûl Elî, ragihand ku pêşbînî tê kirin hevsengiya heyî di sala 2017an de ji ber qelsbûn an jî tunebûna DEAŞê biguhere û piştgiriya navneteweyî ya ji bo şerê li dijî DEAŞê bikeve qonaxeke nû.
Serkirdeyê YNKê bal kişand ser wê yekê ku dê guherînên li herêmê dê bileztir bibin û wiha got: "Berberiya di navbera hêzên mezin li herêmê de wê gurtir bibe. Iraq, wek serkeftiya şer dê roleke mezintir bo xwe peyda bike. Heşdî Şabî wek hêzeke resmî xwediyê meşrûiyeta xwe ye û dê hewl bide ku berê xwe firehtir bike, bi taybetî jî li deverên Herêma Kurdistanê. Hemû alî dê hewl bidin ku ji guherînan fêdeyê wergirin û xwe ji ziyanan biparêzin."
Kosret Resûl Elî, îddia kir ku di roja îro de îdareya Herêma Kurdistanê û têkiliya aliyên siyasî di asteke wisa de nîne ku yekdengiyê çêke û nirxandina xwe wiha kir:
"Ji ber vê yekê îhtimala wê yekê heye ku guherînên diqewimin tesîreke ku nayê xwestin li ser Herêma Kurdistanê çêke. Xerabûna rewşa aborî, şertên giran ên jiyanê û nearamiyê kiriye ku bêhizûra welatiyan zêdetir bibe. Ev rewş tesîrê li ser bêhêvîbûnê çêdike û baweriya welatiyan li saziyên meşrû yên Herêma Kurdistanê kêm dike. Herwiha baweriya li ser partiyan jî namîne. Ji ber vê yekê li ser me hemûyan wezîfeyek e neteweyî, exlaqî û siyasî ye ku em bi ruhekî mesûlane xwe ji bo qonaxeke nû amade bikin. Bi taybetî jî aliyên serdest û hukumran divê bi vê wezîfeyê rabin."
Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK behsa qonaxa nû kir û wiha pê de çû:
"Divê em çavên xwe ji tiştên di paşerojê de li nava aliyan qewimîne hemûyan re bigirin û tirsa xwe bidine aliyekî. Lê şertê me ew e ku em ji wan kêmasiyên ku bûne sedemê vê rewşa nelirê dersê bigirin. Rewşa îro ji me dixwaze ku bi hev re bernameyekê amade bikin. Ji bo em karibin li hemberî hemû rûdaneke çavrênekirî û metirsîdar li ber xwe bidin lazim e em yekdengiya xwe ava bikin. Bernameyeke ku ruhekî hevqebûlkirinê di nav me de bisepîne lazim e. Hewlên me jî lazim e di vê arasteyê de bin. Ew bernameya were amadekirin divê raya giştî û saziyên meşrû û aliyên siyasî li hev bîne. Divê xelk aşt bibe, hêvî bikeve dilê wan û baweriyan wan zêdetir bibe. ANK Bi vî halî hemû bernameyên ji bo islahê û jinûveavakirina civakê jî biser nakeve. Xelk û welatî jî aşt nabin û nabine faktorê serkeftinê."
Kosret Resûl Elî, pêşniyariyên xwe wiha pêşkêş kir:
"Ji bo rêkupêkirina herêmê û aştkirina xelkê divê gavên emelî û lezgîn bêne avêtin. Ji bo vê yekê ez dixwazin çend pêşniyariyan pêşkêşî aliyên siyasî bikim da ku em bikaribin di demeke nêzîk de rewşeke nû derxînin holê. Ji bo em ji vê qonaxa îro derbas bibin divê demildest:
- Divê civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi taybetî jî 5 partiyên mezin birêve biçe. Lazim e ji hemû partiyan heyeteke muzakereker were avakirin. Divê her heyetek bi taybetî ji bo mijarekê were diyarkirin. Ev heyet dê çareseriyên derbasbûna ji vê rewşê guftûgo bikin û li rêgeçareyên guncan bibînin. Heyet dê ji bo problemên xitimî yên wekî
*Pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê
*Pirsgirêka Parlamentoya Kurdistanê
*Pirsgirêka Hikûmetê
*Pirsgirêka meaş û meîşet û xizmetên bingehîn
Re çareyan bibîne.
Armanca civînan dê gihîştina lihevkirina aliyan be. Hetanî hilbijartinê divê nexşerêyeke demkî were dîtin. Ji bo aştkirina raya giştî, çareseriya kêmasiyan, sererastkirina halê aborî yê xerab û îdareya Herêma Kurdistanê divê çareserî bêne dîtin."