10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Ewlehiya Ewropayê ji Tirkiyeyê dest pê dike. Heger Tirkiye ewle nebe, Ewropa qet ewle nabe."
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Qesra Çankayayê di xwarina ku dan beşdarvanên Konferansa Balyozan a 9emîn da axivî.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku Ewropa cudahiyê dike navbera rêxistinên terorê û wiha got: "Ewropaya dost û hevalbendê me cudahiyê dike navbera rêxistinên terorê. Musamahayê nîşanî PKKyê dide û dema dor tê ser DEAŞê musamahê nîşan nade. Cudahiya ku dikin nav rêxistinên terorê, bêbextiya herî mezin e ku li dijî aştiya dinyayê û mirovahiyê tê kirin."
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Ewlehiya Ewropayê ji Tirkiyeyê dest pê dike. Heger Tirkiye ewle nebe, Ewropa qet ewle nabe."
Yildirim der barê hevdîtinên Qibrîsê da wiha peyivî: "Rêyeke ku hatiye hildan, mijarên ku li ser hatiye lihevkirin hene. Aliyê ku Tirkiyeyê eleqedar dike jî ev e. Dibê li Giravê sîstemeke wekhev û adil were garantîkirin. Bi tenê pêewlebûna herdu civakan têrê nake. Dibê di ronahiya ceribandinên bijan ên ku berê hatin kişandin da her tiştî hildin bin temînatê."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku Tirkiye hiqûqa xwe li gor şert û mercan bi kar tîne û wiha xeberda: "Sedema xeyidîna me ya ji Ewropayê ew bû ku wexta hewla derbeyê derneketin bi dengekî bilind FETO şermezar nekirin, digotin 'Derbekaran zêde neêşînin' ev gotinên wan li me nehatin. Tiştekî wiha nabe. Hûnê pêşî rabin bêyî teredut şermezar bikin, paşê jî hûnê bêyî şik baweriya xwe bi dewleta hiqûqê ya Tirkiyeyê bînin. Pêdiviya Tirkiyê bi dersa hiqûqê tuneye, Tirkiye hiqûqa xwe li gor şert û mercan bi kar tîne."