Muhammed Karabacak
25 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2025
Hêzên ewlehiya Sûriyeyê û Koalîsyona Dijî Terorê ya Navneteweyî ku DYA pêşengiya wê dike, li paytext Şamê operasyona hevpar kir û qaşo waliyê Şamê yê DEAŞa rêxistina terorê Taha Zubiyê bi kodnavê "Ebu Omer Teyba" û hin alîkarên wî hatin girtin.
Li gor nûçeya ku El-Îxbariyeya kanala têlevîzyona dewletê ya fermî ya Sûriyeyê spart çavkaniyekî ji Wezareta Karên Navxweyî, "Di encama operasyona ku hêzên koalîsyonê û yekeyên ewlehiya navxweyî kir da qaşo waliyê Şamê yê DEAŞê hat girtin."
Fermandarê Ewlehiya Navxweyî ya Gundewarên Şamê Ehmed Dalatî ji SANAya ajansa fermî ya Sûriyeyê ra axivî û diyar kir, piştî teqîbkirina demdirêj Wezareta Karên Navxweyî, Îstixbarata Giştî û hêzên koalîsyonê li navçeya Muaddamiyyeyê bi hev ra li dijî hucrikeke DEAŞê operasyon kir.
Dalatî destnîşan kir ku di operasyonê da qaşo waliyê Şamê yê DEAŞê Taha Zubiyê bi kodnavê "Ebu Omer Teyba" û hin alîkarên wî hatin girtin û li ser wan êlengên teqemeniyê hebûn.