Abdullah Tel
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
ANKARA
Di mezateke li Parîsa paytextê Fransayê hat kirin da qerqotên dînozoran bi 3 milyon ewroyî hatin firotin.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Fransayê da cih girtin qerqotên 2 dînozorên cureya wan Dîplodocus û Allosaurus bûn û ji dewra Jurayê (bi qasî 201 milyon û 145 milyon sal berê) mane li Parîsê di Mala Mezatê ya Drouotê da her yek ji wan bi 1.4 milyon ewroyî hat firotin.
Qerqotên dînazora Allosaurus a bi taybetiya diranê xwe yên hêsankirî û yê Dîplodocusê bi gewdeya xwe qirase ya bi qasî 12 metre mezin e va tên zanîn ji hêla kiryarekî nexwest navê wî/wê bê diyarkirin va hat kirîn.