Önder Beyter
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
DOHA
Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamad Al Sanî destnîşan kir ku li gorî beriya hezîranê ku li herêma Tengavê qeyranê rû da, welatê wî bêtir bihêz e.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Qeterê QNAyê, Şêx Temîm di civîna Lijneya Wezîran ku bi xwe serokatiyê dike da rewşa Qeterê ya di pêvajoya qeyranê da nirxand.
Şêx Temîm wiha got, "Aniha Qeter ji bona me û ji bona her kesekî din li gorî hezîrana 2017an pir cuda ye. Me dîrokek heye ku em pê serbilind in. Lêbelê qewimînên hezîrana 2017an em bihêz kirin û hewl da me ku em ji bo welatê xwe bêtir bixebitin."
Şêx Temîm bal kişand ser siberoj û vîzyona 2030î ya welatê xwe û diyar kir ku pêşketinên di vê oxirê da pir girîng in.
- "Qeter bi rêya diyalogê ji bona çareseriyê amade ye"
Mîrê Qeterê ji bo çareseriya qeyrana Qeterê jî wiha xeberda:
"Dewleta Qeterê amade ye ku qeyrana Tengavê bi diyalogê çareser bike. Heger a ku tê daxwazkirin, çareseriyek be, wê demê divê ne bi darê zorê û ne bi têkilbûna karûbarên navxweyî û midaxeleya desthilata neteweyî be. Plansaziya çareseriyê divê bêkêmasî hemû aliyan bihewîne."