İbrahim Atmaca
24 Gulan 2018•Rojanekirin: 26 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Qur'ana Pîroz a ku 524 sal berê bi destan hatiye nivîsandin û di koleksiyoneke taybet a envantera Wezareta Çand û Tûrîzmê da qeydkirî ye, 54 sal şûnda îadeyî Muzeya Qesra Topkapiyê kirin.
Qur'ana Pîroz destxeta Xetat Şukrullah Xelîfe ye û dîroka wê 1493-1494 e. Ev Qur'an bi destûra wezaretê va bi hin berhemên din va di sala 1964an da ji Muzeya Qesra Topkapiyê hat hildan û dewrî Muzeya Arkeolojiyê ya Bursayê kiribûn.
Paşê di muzeyê da li berhemê geriyan û nedîtin. Li ser vê der heqê berpirsyaran da lêpirsîn dan destpêkirin. Çend sal şûnda cihê berhemê hat tesbîtkirin, lê ji ber ku gelek dem ser ra derbas bû, pêvajoya hiqûqî kêr nehat.
Ali Samî û Ahmet Aydinê kurên Xetat Ziya Aydin bêyî ku haya wan ji vê pêvajoyê çêbe, Qur'ana Pîroz ji sehafekî dikirin û datînin koleksiyona xwe. Ali Samî û Ahmet Aydin îro berhem îadeyî Muzeya Qesra Topkapiyê kirin.
Serokê Muzeya Qesra Topkapiyê Prof. Dr. Mustafa Sabrî Kuçukaşci daxuyanî da rojnamegeran û got ku îro ji bo dîroka Muzeya Qesra Topkapiyê rojeke girîng e.
Kuçukaşci diyar kir ku Şukrullah Xelîfeyê ku zavayê Şêx Hemdullah e, di warê hunera xetê da xizmetên mezin kirine. Şêx Hemdullah ji Beyazitê 2yem ra mamostetî kiriye û hunera wî ya xeta nesxê li dinyayê bela bûye.