05 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
İSTANBUL
Saziya Jiberkirina Qur'ana Pîroz a Navneteweyî, li hemberî berevajîkirinên Qur'ana Pîroz a mobîlê a li ser cîhazên elektronîk tê bikaranîn hişyarî da.
"Saziya Jiberkirina Qur'ana Pîroz a Navneteweyî" ya girêdayî Yekîtiya Dinya Îslamê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di hin sepanên Qur'ana Pîroz a mobîlê a li ser cîhazên elektronîk tê bikaranîn de "xeletî û berevajîkirin" hene.
Di daxuyaniyê de malperên alternatîf pêşkêşî bikarhêneran kirin û ragihandin ku di sepanên mobîlê yên onlîne yên wekî Apple Store, Google Playê de hin ayet berewajî kirine, di hin ayetan de xeletî hene, di vê mijarê de bi dehan peyamên gilîkirinê ji wan re şandine.
Bi rêya daxuyaniyê bangî mislimanan kirin, gotin bernameyên çavkaniyên wan nediyar bikarneynin, bernameyên ku tên zanîn, yên biewle bikarbînin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê ji aliyê komîteyên pispor ve, li ser van malperan lêkolîn bê kirin.
Hat îfadekirin ku di bernameya bi navê "Quran 360" de di herekeyê Qur'ana Pîroz de gelek xeletî hene, herwiha di bernameya bi navê "Qur'an-i Kerîm" de jî hin ayet kêm in.
-Sepan û malperên biewle
Di daxuyaniyê de cih dan hin malperên biewle.
Di lîsteyê de cih dan http://mushaf-services.qurancomplex.gov.sa, navnîşana "http://quran.ksu.edu.sa" û malpera "Kur'an Flash"(www.quranflash.com).
Ji bo bernameyên ku dadixînin têlefonan jî evana hatin pêşniyazkirin: "Kur'an-ı Kerim"a ku ji aliyê "Kuveyt Finance House" ve hatiye amadekirin, "Kur'an-ı Kerim"a ku ji aliyê "Weqfa Şêx Saîd û Abdulazîz el-Mûsa ve" hatiye amdekirin tevî sepana "Beyan el-Kur'an."