Abdullah Tel
12 Tebax 2017•Rojanekirin: 13 Tebax 2017
PEKÎN
Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping ji ser têlefonê bi Serokê Dewleta DYAyê Donald Trump ra axivî û der heqê meseleya girava Koreyê da ji herdu welatan jî xwest ku bila bi "îtidal" tevbigerin.
Wezareta Karên Derva ya Çînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Şî û Trump der barê meseleya Koreya Bakur da fikr û ramanên xwe ji hev ra gotin.
Daxuyaniyê da hat gotin ku Şî Cinping got: "Girava Koreyê ji çekên nukleerê paqijkirin, parastina aştî û îstiqrara li herêmê barê ser milê me herdu welatan e û ev yek berjewendiya me ya hevpar e. Lazim e herdu alî jî ji tevgerên ku wê bibin sedema zêdebûna nîqaşan dûr bisekinin. Ev pirsgirêk divê bi rêya lihevkirin û gotûbêja siyasî bê helkirin."
Hat gotin ku Şî di axaftina xwe da banga "îtidalê" li hemû aliyan kir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Trump jî wiha gotiye: "DYA di meseleya nukleerê ya Koreya Bakur da rola Çînê baş fehm dike."