Abdullah Tel
12 Tebax 2017•Rojanekirin: 13 Tebax 2017
MEXRÎB
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) ragihand ku ji serê sala 2017an heta niha hejmara penaberên afrîkayî yên derbasî aliyê Yêmenê bûn ji 30 hezarî derbas bû.
KBPNYê der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê da diyar kir ku digel şer û pevçûnên navxweyî Yêmen hê jî ji bo penaberan wek korîdora rev û derbasbûnê ye.
Daxuyaniyê da hat gotin ku par ji 117 hezarî zêdetir penaber bi rêya behrê hatin û ketin welêt û îsal jî ji serê salê heta niha 30 hezar penaber ketin welêt.
Penaberên afrîkayî ku piraniya wan ji Etiyopya û Somaliyê ne tên Yêmenê, di navbera 6 meh û salekê da dimînin û ji wir jî ji bo derbasî Erebistana Siûdî bibin, hewl didin. Qismekî wan jî li Yêmenê dimînin. KBPNY li Aden û Şebweyê rêveberiya gelek kampên ku penaber lê dimînin dike.