07 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Ûsame Nûceyfî li ser operasyona rizgarkirina Mûsilê û şerê li dijî DEAŞê axivîn.
Li gor daxuyaniya malpera Serokatiyê Barzanî û Nûceyfî li Selahaddîna navçeya Hewlêrê civiyan û qala rewşa giştî, pêvajoya siyasî li Iraqê û pêngavên li herêmê û Rojhilata Navîn li dijî DEAŞê tên avêtin kûrbûn.
Barzanî bi Fazil Mîraniyê Sekreterê Polîtburoya PDKê pêşwaziya heyeta mêvan kir.
Di civînê de Nûceyfî serkeftina Pêşmerge û Artêşa Iraqê li dijî terorîstan bilind nirxand.
Barzanî û Nûceyfî herwiha behsa operasyona rizgarkirina Mûsilê û pêşeroja wîlayeta Nînowayê û rewşa Sunniyan li Iraqê kirin.