22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
HELEB/ANKARA
Li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed êrîşên esmanî bir ser Daret el-Îzzeya Helebê ya di destê mixalifan da ye û di êrîşan da 4 sivîl hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.
Xammud Xammudê midûrê navendî yê parastina sivîl a Daret el-Îzzeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir balafirên rejimê li ser hevdu 11 êrîşên esmanî kirin û wiha got: "Ji malbatekê 3 zarokên qîzîn û jinek mir. Li herêmê leşker tuneye û ciyê sivîlan e."

Hat diyarkirin kesên birîndar rakirine nexweşxaneyên sehrayê.
Mihemmed Yehyayê li nexweşxaneyeke sehrayê wezîfedar e, li ser înternetê qeydeke deng weşand û diyar kir ji 25 kesî zêdetir birîndar hene û tên dermankirin.