22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
MEZARÊ ŞERIF
Li Belxa li bakurê Efxanistanê li dijî Fermandariya Kolorduyê ya Teyrê Baz ya 209emîn êrîş hat kirin û di êrîşê da 140 hêzên ewlehiyê hatin kuştin.
Şucauddîn Şucayê Wekîlê Şûreya Bajêr a Belxê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir di êrîşê da 140 hêzên ewlehiyê hatin kuştin û qederê 150 kes birîndar bûn.
Şuca diyar kir dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe û destnîşan kir Mîrwaîs Rebiyê Midûrê Tenduristiya Belxê dibêje rewşa hin birîndaran giran e.

Wek mayîn leşkerekî di baregehê da wezîfedar e û navê xwe eşkere nekir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "10 êrîşkar bi 2 wesaîtên leşkerî ji deriyên 1emîn û 2yemîn ketin baregehê û gule reşandin derdorê. Di dema êrîşê da piraniya hêzên ewlehiyê yên li mizgeft û xwaringehê da hatin kuştin. Li ser hin êrîşkaran êlegên xwekujiyê hebûn."

Mihemmed Haşim Ezîmiyê Wekîlê Şûreya Bajêr a Belxê wiha got: "Êrîşeke wiha ji berê da hatiye amadekirin. Ya balkêş ew e rayedarên baregehê hatine hişyarkirin, lê tevdîr hilnedane."
Ezîmî destnîşan kir rêxistinên terorê dixwazin Belxa yek ji herêmên ewle yên Efxanistanê tevlihev bikin.
Atîkullah Amarkhîlê analîstê siyasî destnîşan kir heger di vê êrîşê da têliya leşkerên di baregehê û yên li ber derî tê da tunebe êrîşeke wiha nayê kirin û got Taliban di heyamên dawîn da ji bo tirs û xofê çêke êrîşî baregehên leşkerî dike.

Zabîhullah Mucahidê berdevkê Talibanê êrîşê hildabû ser xwe û îdia kiribû bi saya 4 leşkerên di baregehê da derketine keşfê.
Fermandariya Kolorduyê ya Teyrê Baz ya 209emîn li bakurê Efxanistanê baregeha leşkerî ya herî mezin e û bi hezaran leşker tê da tên perwerdekirin.