Türkan Tosun
15 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA
Hat ragihandin rejima Beşar Esed û alîgirên wê li Xûtaya Rojhilat êrîşa kîmyayî kirin.
Li gor agahiyên Parastina Sivîlan (Kumsipî) a li Xûtaya Rojhilat, rejimê duh şev bi xaza klorê va êrişî bajaroka Xamûriyeyê kir.
Tîmên Parastina Sivîlan daxuyandin tesîra xazê li ser jin û zarokan çêbûye, ji ber êrîşên rejimê û alîgirên wê û rêyên girtî rewşa sivîlan û hejmara kesên ku xazê tesîr li ser wan kiriye hê ne diyar e.
Rejima Esed û alîgirên wê di 12ê adarê de Xûtaya Rojhilat kirin 3 perçeyan, ji bo bajaroka Xamûriyeyê bi dest bixin di 7ê adarê de bi xaza kîmyayî ve dest bi êrîşan kirin.
Ji 19ê sibatê vir va rejim û alîgirên wê bi piştgiriya Rûsyayê êrîşî herêmê dikin.
Li Xûtaya Rojhilat a ku di kontrola muxalifan da ye, nîvî jê zarok qedera 400 hezarî sivîl ev 5 sal in di bin dorpêçê da dijîn. Di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû qebûlkirin, lê rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana çûyî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir zêde dike. Li herêma ku her diçe qeyrana mirovî lê kûrtir dibe bi sedan jê acil, bi hezaran nexweşên sivîl li benda texliyeyê ne. Gelek zarok û dergûş ji ber birçîbûn û bêdermaniyê mirin.