07 Îlon 2016•Rojanekirin: 08 Îlon 2016
HELEB
Hat ragihandin ku rejima Beşşar Esed li Şamê bi bombeyên xaza klorê êrîşî 2 beldeyên di destê mixalifan da kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên nexweşxaneyê wergirt yekîneyên rejimê li herêma Gutaya Rojhilatê ya Şamê bi bombeyên xaza klorê êrîşî beldeyên Eyn Terma û Cobara di destê mixalifan da kir.
Hat diyarkirin ku ji ber xazê kesek mir û 7 kes jî hindik mabûn bifetisin.
Kesên ku hindik mabû bifetisin rakirin nexweşxaneyê.