Nihat Kavşut,Abdullah Tel
02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 03 Hezîran 2017
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê DYAyê di budçeya parastinê ya malî ya sala 2018an da ji bo bernameya çekdayîn û perwerdeya leşkerî ya li Sûriyeyê 500 milyon dolar veqetand û tê plankirin çekên wek rokêtavêjin RPG-7 û tankşikênên AT-4 bidin komên li Sûriyeyê.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji belgeya Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) wergirt rêvebiriya Trump ji bo bernameyên çekdayîn û perwerdeya leşkerî yên li Iraq û Sûriyeyê di budçeya parastinê ya malî ya sala 2018an da ji Fona Operasyonên Derveyî Welêt ya 64 milyar dolar e milyonek û 769 milyon dolar veqetandiye.
Li gor agahiyan milyarek û 269 milyon dolar ji bo Iraqê û 500 milyon dolar ji bo Sûriyeyê hatiye veqetandin.
Tê diyarkirin li Sûriyeyê bo dijî DEAŞê şer bikin 25 hezar milîs hatine perwerdekirin û 5 hezar milîst jî tên perwerdekirin.
Li gor agahiyan ji 500 milyon dolarî 393 milyon dolar ji bo çek û ekîpmanên leşkerî hatiye veqetandin.
Wek mayîn tê plankirin çekên wek rokêtavêjin RPG-7 û tankşikênên AT-4 bidin komên li Sûriyeyê. Di lîsteyê da ev çek hene: 12 hezar keleş, 6 hezar tivingên mekanîk, 3 hezar û 500 çekên giran yên mekanîk, 3 hezar RPG-7, hezar AT-4, tankşikêneke SPG-9, 235 topên hewanê, 100 tivingên nîşangiriyê, 450 dûrbînên PV-7 yên şevê û 150 dûrbînên lazerê.
- PYD/PKK jî wê îstifade bike
Di belgeyê da her çiqas îbareya "muxalifên sûriyî yên hatine kontrolkirin" cih bigire jî tê gotin ku herî zêde Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) yên piraniya wan jî ji PYD/YPGya baskê PKKê yê li Sûriyeyê pêk tê, wê ji wan çekan îstifade bikin. Hat ragihandin ku hin komên ereb ên li dijî DEAŞê têdikoşin jî wê bikaribin ji van çekên DYAyê hildin.
Di belgeya budçeyê ya Pentagonê da hat îdiakirin ku heke ev çek neyên temînkirin "têkoşîna DYAyê ya li hemberî DEAŞê wê zirarê bibine" û "li Sûriyeyê baweriya hêzên bi DYAyê ra dixebitin wê wek berê nebe."
Der heqê meseleyê da Pentagon ji bo daxuyanî dayînê xwe dûr dixe lê wisa tê payîn ku di Kongreya meha cotmehê da ji bo erêkirinê wê ev yek bê pêşkêşkirin.
Qesra Spî serê meha borî di çarçoveya operasyona Reqayê da rayeya çek temînkirina ji bo PYD/PKKya rêxistina terorê dabû Pentagonê. PYD/PKK heta niha li Sûriyeyê çekên DYAyê jê ra temînkiribû bi kar anî lê Pentagon vê yekê red dike. Lê serê hefteya borî Pentagonê cara ewil ragihand ku di çarçoveya têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê da ji PYD/PKKê ra çekên sivik, amûr û wesayîtên eskerî şandin û ragihand ku di çarçoveya têkoşîna dijî DEAŞê da piştgiriyên ji PYD/PKKê ra wê bidomin.