Fatih Gazioğlu
02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Hezîran 2017
MOSKOVA
Hikûmeta Rûsyayê ji bo xurek, sebze û feqiyên ku ji Tirkiyeyê tên kirîn biryarnameyek weşand. Li gor biryarnameyê ji bilî bacanê sor kirîna hemû tiştên xwarinê yên din hat serbestkirin.
Biryarname li ser hesabê hikûmetê yê înternetê hat weşandin. Li gor biryarnameyê êdî karsazên rûs dikarin ji Tirkiyeyê goştê mirîşk û elokan, xiyar, sêv, girsik, tirşîn, tirî û çîlekan bikirin.
Wezîrê Çandiniyê yê Rûsyayê Aleksandr Tkaçev di daxuyaniyeke xwe gotibû bacanên sor yên Tirkiyeyê heta 3 salan nakirin.