Abdullah Tel
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2020
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo pevçûna di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da ku ji ber dagirkirina Qerebaxa Çiyayî ya ji alî Ermenistanê va dest pê kiriye got ku ew pevçûn divê nebe şerekî herêmî.
Rûhanî li paytext Tehranê piştî civîna Lijneya Wezîran axivî û li ser pevçûnên Qerebaxa Çiyayî didomin xeberda.
Di axaftina xwe da Rûhanî bi bîr xist ku wî ji ser têlefonê bi Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ra xeberda û di mijara binpêkirina sînorên Îranê da herdu alî jî hişyar kir û wiha domand: "Herêma me cihekî hesas û girîng e. Bi taybetî jî ewlehiya gund, bajar û axa me gelek muhim e. Şerê li Qerebaxê di navbera herdu welatan da dest pê kiriye li ber sînorê me ye. Ew moşekên katyûşayê, topên hewanê û cebilxaneyên din ên li alî axa me dikevin bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Rûhanî ji herdu aliyan jî xwest ku bila ew rêzê nîşanî yekîtiya axa dewletan û hiqûqa miletan bidin û wiha pê da çû: "Ev şer divê mezin nebe û nebe şerekî herêmî. Şer çare nîne divê xebatên siyasî bên kirin. Hemû dewlet lazim e hiqûqa cîranên xwe bizanibin û dagirkerî jî bi tu awayî tiştekî em qebûl bikin nîne. Ji bo me xîmê sereke aştî ye."
Serokomarê Îranê ji bo dawî li şer bînin bangî rêveberiyên Rewan û Bakuyê kir û got: "Lazim e rêzê nîşanî hiqûqa xelqê Azerbeycanê bidin û em careke din balê dikşînin ser yekîtiya axa Azerbeycanê ku bila bê parastin. Tu pirsgirêk bi şer û xwînê safî nabe. Divê em ji bo safîkirinê rêyên din bibînin."
Rûhanî diyar kir ku li Iraq, Sûriye û Libnanê wan bi pêşîkêşiya Qasim Silêmanî va bi "terorîzmê ra şer dikirin" û wiha domand: "Ji bo terorîzm negihêje sînorên me li Sûriye, Iraq û Libnanê me şer kir. Ew terorîstên ku ji Sûriye û herêmên din bi hincetên curbecur va tînin nêzî sînorê me bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev yek bi Azerbeycan û Ermenistanê ra hat parvekirin. Him ji vî alî û him jî ji wî alî kesên agir zêdetir gur dikin hene û ev bi kêrî kesî nayê."