Hemn Baban
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
HEWLÊR
Li kargeheke Hewlêrê ku hikûmeta Îtalyayê wek diyarî pêşkêşî hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû rûnê zeytûnan tê çêkirin û dê di demeke nêzîk de li bazarên Herêmê were firotin.
Hikûmeta Îtalyayê kargeheke ku rûnê zeytûnan çêdike wek diyarî da hikûmeta Herêmê û ev qederê mehekê ye hilberîna zeytê dest pê kiriye. Çavnêrî tê kirin ku di demeke nêzîk de bikeve bazarê.
Li gor agahiyên ku kargêrên fabrîkeyê didin halê hazir zeytûnên li Herêmê ji cotkaran kom dikin û rojane çend ton zeytê berhem tînin.
Herwiha tê diyarkirin ku ev kargeh ji bo cotkaran jî handêreke baş e da ku karê xwe mezintir bikin û dahateke berkeftî bi dest bixin.
Serokê Komeleya Çandiniya Zeytûnan Nîmet Mewlûd ku di heman demê de rêveberê kargehê ye jî bo peyamnêrê AAyê behsa damezrandina fabrîkeyê kir û anî ziman ku hikûmeta Îtalyayê bi rêya Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ev kargeh pêşkêşî cotkarên Herêma Kurdistanê kiriye.
Nîmet Mewlûd bal kişand ser wê yekê ku Îtalyayê ev kargeh pêşkêşî cotkaran kiriye û loma jî ew bi vî karî re rabûne û digel damezrandina komeleya zeytûnan kargeh jî çalak kirine.
Reveberê kargehê diyar kir ku ewan ev fabrîke bi peyman girtiye û armanca wan ew e ku xizmeta cotkaran bikin.
Nîmet Mewlûd, pêştir di nav cotkaran de wek "Mam Nîmet" yan jî "Hacî Zû Zû" dihat naskirin û têkiliyên wî digel ehlên vî karî baş e.
Li ser şêweyê pêvajoya wergirtin û çêkirina zeytunan jî Nîmet Mewlûd wiha agahî da:
"Cotkar di muqabilî her toneke zeytûnan de ku tînin kargehê 75 hezar dînarî (60 dolar) didin. Piştre hemû zeyta ku jê tê çêkirin bo xwe dibin. Em wî pereyî jî ji bo mesrefê xebatkar, ceyran û avê distînin."
Li ser rêjeya berhemanînê jî destnîşan kir ku ew rojane teqrîben 10-12 ton rûnê zeytûnan çêdikin.
Li gor curê zeytûnan Nîmet Mewlûd dibêje eger zeytûn baş bin ji 100 kîloyî 10 kîlo rûn derdikeve.
Herwiha behsa wê yekê dike ku eger zeytûn baş bin, ew jî ji cotkaran dikirin û ji bo li bazarê bifiroşin dikin zeyt.
"Mam Nîmet" wek din jî tîne ziman ku ew binêt in kargehekê çalaktir bikin û bo hemû bazara Herêma Kurdistanê rûnê zeytûnan bişînin, lewra kalîteya ya ku ew çêdikin ji yên di bazarê de pir baştir e.
Yek ji xebatkarên kargehê Dîdar Resûl jî got li Hewlêr, Silêmanî, Germiyan, Dihok û gelek deverên din jî zeytûnan kom dikin.