Ekip
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser îdiaya wê Amerîka Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas bike wiha got: "Wekî Serokê Serdemê yê Teşkilata Hevkariya Îslamî em heya dawiyê vê mijarê dişopînin. Heger gaveke bi vî rengî were avêtin, emê pêra pêra di nava pênc û deh rojan da Zîrweya Serokên Teşkilata Hevkariya Îslamî li Stenblê bicivînin. Di ser da jî, ev yek dibe ku bibe sedema qutkirina peywendiyên dîplomatîk ên ligel Îsraîlê."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de axivî.
Der barê mehkemeya li Amerîkayê dewam dike de Serokomar Erdogan wiha nirxandin kir:
"Çawa di 17/25ê kanûnê da bi navê gendeliyê hewl dan pergala destûra bingehîn ya li welatê me bi derbeya ewlehî û darazê xera bikin, di doza li Amerîkayê da jî dixwazin heman armancê li qada navneteweyî bikin. Îdiaya komployê ya di îdianameya dozê da rast e. Lê ev komplo ne li dijî Amerîkayê li dijî Tirkiyeyê tê kirin."
Serokomar Erdogan ji bo îdiaya wê Amerîka Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas bike got "Birêz Trump, Quds xeta sor e ji bo misilmanan" û wiha hişyarî da Amerîkayê:
"Wekî Serokê Serdemê yê Teşkilata Hevkariya Îslamî em heya dawiyê vê mijarê dişopînin. Heger gaveke bi vî rengî were avêtin, emê pêra pêra di nava pênc û deh rojan da Zîrweya Serokên Teşkilata Hevkariya Îslamî li Stenblê bicivînin. Di ser da jî, ev yek dibe ku bibe sedema qutkirina peywendiyên dîplomatîk ên ligel Îsraîlê."
Serokomar Erdogan bal kişand ser hevkariya Amerîka û PYDê û wiha axivî: "Êdî eşkere dibe û baş tê fehmkirin planeke Amerîkayê li dijî me heye. Em dibînin ku li bakurê Sûriyeyê ji rojhilat heta rojavay li wir korîdoreke terorê ava dikin."
Li ser korîdora PYD/PKKê Erdogan wiha dewam kir:
"Îro nebe jî em ê şaxên rêxistina terorî yên li Sûriyeyê sibê an jî di demeke nêz da teqez bi temamî îmha bikin. Ji bo em zirarê nedin personelên hêzên ku em dost qebûl dikin, heta niha em pir baldar û hesas tevdigeriyan. Dewama vê hesasiyetê bes bi rîayetkirina hesasiyetên me va jî girêdayî ye. Bi îdiaya ku tengavkirin hatine binpêkirin va li Amerîkayê hewl didin ku me li çarmixê bidin, kesên ku hewla vê yekê didin li kêleka me hewl dide ku dewleta terorê ava bike. Em jî dest û milê me girêdayî temaşe nakin."