Haydar Şahin
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) hişyarî da ku gaveke yekalî were avêtin an jî biryareke di statuya Qudsê da guherînê çêke were dayîn ew ê li ser hemû dinyayê tesîrê bike.
Li ser axaftina bi têlefonê ya Federîca Mogherînîya Nûnera Payebilind a Polîtîkayên Ewlekarî û Têkiliyên Derva ya Yekîtiya Ewropayê û Eymen Es-Safadiyê Wezîrê Karên Derva yê Urdinê daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê da hat diyarkrin ku di axaftinê da herdu alî li ser îhtimala ku dibêjin Amerîkayê Qudsê wek paytextê Îsraîlê nas bike sekinîn û mijar nirxandin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li gor Yekîtiya Ewropayê heke gaveke şexsî bê avêtin an jî biryarek bê dayîn û statuya Qudsê biguhere ew ê encamên mezin derkevin holê. Biryereke wiha ew ê di nav raya giştî ya dinyayê da bibe sedema bertekê."
Di daxuyaniyê da bang kirin ku dibê bala xwe bidin ser pêvajoya aştiyê ya di navbera Îsraîl û Filistînê da, hişyarî hat dayîn ku dema Amerîka Qudsê wek paytextê Îsraîlê qebûl bike pêvajoya aştiyê ew ê zirarê bibîne.
Wek mayîn di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo pêvajoya aştiyê ya teze ya watedar bidin destpêkirin Yekîtiya Ewropayê ew ê bi hemû aliyan ra têkiliya xwe bidomîne.