Haydar Şahin
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
MOSKOVA
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku Tirkiye welatekî mezin e û cînarê Rûsyayê ye û got, "Em dixwazin ku bi Tirkiyeya bi sedan sal in têkliyên me yên cuda hene ra bi awayê objektîf têkiliyên baş daynin."
Pûtîn di belgefîlma bi navê "Pergala Dinyayê 2018" a ku Vladîmîr Solovyovê rojnamevanê Ûris amade kir da têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da û mijarên herêmî nirxand.
Pûtîn bal kişand ku li ser Rojhilata Navîn berjewendiyên gelek welatan hene û wiha axivî: "Berjewendiyên Îran, Misir, Tirkiye, Îsraîl, Urdin, Amerîka, Çîn û Hindistanê hene. Berjewendiyên Rûsyayê jî hene. Ya girîng ew e ku ji bo rêzê nîşanî berjewendiyên xwe bidin, divê rêzê nîşanî berjewendiyên cuda bidin."
Herwiha behsa girîngiya peymana li ser mijara Sûriyeyê ya ku Rûsya, Tirkiye û Îran garantorên wê ne kir û wiha pê da çû: "Têkiliyên di navbera welatên li herêmê da çiqasî tevlihev dibin bira bibin em bi Tirkiye û Îranê ra rûniştin û bûn garantorê hin peymanên li ser Sûriyeyê û ev peymanan kêr tên."
Pûtînê ku di belgefîlmê da têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê nirxand got, " Tirkiye welatekî mezin e û cînarê Rxwsyayê ye. Em dixwazin ku bi Tirkiyeya bi sedan sal in têkliyên me yên cuda hene ra bi awayê objektîf têkiliyên baş daynin."