07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
ANKARA
Dîmenên zarokên ku YPG/PKKya rêxistina trerorê dide şerkirin ji kartên hafizeyê yên makîneyên wêneyan ên ku li herêmê hatin dîtin derketin û ji bo mijara ku bi dehan carane rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî tînin rojevê bûn belge.
YPG/PKKya ku di pêvajoya amadehiyên Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dike da dest û lingên wê tevlihev bibû, hejmara zarokên çekdarkirî zêde kiribû.
Dokumanên ku li herêmê hatin bidestxistin rûyê reş ê rêxistina terorê derxistin holê.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) berê jî bi dehan carî zarokên ku YPG/PKK dide şerkirin anîbû rojevê, lêbelê vê carê bi wêneyên ku rêxistinê bi xwe kişandiye mijar hat belgekirin.
Dokuman û wêneyên ku ji kartên hafizeyê yên li ser terorîstên li Efrînê hatibûn berterefkirin derketin da perwerdeya çekdarî ya ku rêxistina terorê dide zarokan û jiyana wan li ser çiyê derketin holê.
Di dokuman û wêneyên ku derketin holê da dîmenên zarokên ku tê texmînkirin emrê wan di navbera 13 û 17 salî da ne derketin.
Di nav dîmenan da wêneyên zarokên ku keleş rakirine hewayê an jî nîşan girtine hene.
Di hin wêneyan da jî tê dîtin ku zarokan li pêşiya wêneya Abdullah Ocalanê pêşîkêşê PKKya rêxistina terorê û qaşo rêvebirên din poz dane.
- Di raporên navneteweyî da "zarokên şervan"
Mijara "şervanên zarok" a ku dinyayê guh nadê gelek caran di raporên rêxistinên mafên mirovan da bi belgeyan va cî digre.
Saziyên wekî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) diyar kiribûn ku PYD/PKKya rêxistina terorê zarokan dide şerkirin û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Di rapora li ser îxlalkirina mafên mirovan ên li bakurê Sûriyeyê ya HRWyê da jî hatibû gotin ku YPG/PKKya rêxistina terorê li herêmê zarokan dide şerkirin û îxlala herî zêde jî ev e.