Nihat Kavşut
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
BEXDA
Li Iraqê Muqteda es-Sedrê serekê şiî telîmat da Seraya es-Selam (Tûgayên Aştiyê) hêza leşkerî ya girêdayî wî da ku ji Kerkûkê vekişe.
Sedr di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Divê micahidên Seraya es-Selamê di nav 72 saetan da buroyên xwe yên li Kerkûkê vala bikin. Divê ewlehiya bajêr tenê di destê hêzên ewlehiyê da be."
Muqteda es-Sedr diyar kir divê li bajarên din jî ewlehî tenê di destê hêzên ewlehiyê da be.
Sedr biryar dabû di 20ê cotmehê da Seraya es-Selama şaxa leşkerî ya tevgera xwe bişîne Kerkûkê. 2 roj berê li dijî ofîsa hêzên Seraya es-Selamê êrîşa xwekujiyê hatibû kirin û di êrîşê da kesek hatibû kuştin û 24 kes jî birîndar bûbûn.
Hêzên Seraya es-Selamê li Samarraya Selaheddînê çalak in.
Artêşa Iraqê, polêsên federal û hêzên Heşda Şabiyê 16ê cotmehê piştî pêşmerge vekişiyabûn Kerkûkê kontrol kiribûn.