Abdullah Tel
25 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2019
SILEYMANIYE
Seferên balafiran ên ber bi Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber qedexeya Iraqê danîbû ev 15 meh bûn ku nedihat kirin lê qedexe rabû û seferên rasterast ên ber bi Balafirgeha Silêmaniyeyê va sibê dest pê dikin.
Li Herêma Kurdistanê ji du balafirgehên navneteweyî yek li Hewlêr û ya din jî li Silêmaniyeyê ye û ji Tirkiyeyê her roj fîrmayên rêhewayê rasterast wê biçin Balafirgeha Silêmaniyeyê.
Di 29ê Îlona sala 2017an da ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê qedexeya firînê dest pê kiribû û şêniyên li herêmê ji ser Balafirgehên Hewlêr û Bexdayê xwe digîhandin cihên dixwestin biçinê. Bi rakirina qedexeyê welatî wê him ji pereyê xwe kar bikin û him jî ji wextê xwe. Xebatkarên balafirgehê jî li ser rakirina qedexeyê ji bo firînên ku wê dest pê bikin amadehiyên xwe dikin û kêmasiyan temam dikin.
Berdevkê Wezareta Gihandinê ya Herêma Kurdistanê Umîd Sabah daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku li ser biryara Saziya Hewageriya Sivîl a Iraqê wê seferên balafiran di navbera Silêmaniye û Tirkiyeyê da rasterast dest pê bikin.
Sabah got ku bi saya hewl û xebatên hemû aliyan wê sefer ji nû va dest pê bikin û wiha pê da çû: "Ev gaveke erênî ye. Ji hêla aboriyê va wê him bi kêrî Tirkiyeyê û him jî bi kêrî Silêmaniyeyê bê."