Hasan Esen
29 Îlon 2021•Rojanekirin: 30 Îlon 2021
Ferhat Abdî Şahînê bi navê "Mazlum Ebdî" tê zanîn ê ji serkeşên YPG/PKKyê îdia kir ku Joe Bîdenê serokê Amerîkayê ligel mînaka Efxansitanê soz da ku ew ê wan terk neke.
Serkeşê terorê daxuyanî da rojnameya The Tîmesê û got: "Ya rastî piştî ku Amerîka ji Efxanistanê vekişya meriv tirsiyan. Tirsiyan ku heman tiştê were serê wan."
Serkeşê terorê îdia kir ku rêveberiya Bîden bersiveke bi lez û qasid şand û wiha pê da çû: "Garantî dane me ku ev der wekî Efxanistanê nîne. Gotin polîtîka bi tevahî cuda ye."
Di xeberê da hat diyarkirin ku General Frank McKenzîeyê Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) hat herêmê, wekî mayîn Joey Hoodê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê bi serkeşê rêxistinê ra hat ba hev.
Hat desnîşankirin ku Mezlûm Ebdî ji serkeşên payebilind ê PKKyê ye, di ciwantiya xwe da nêzî Abdullah Ocalanê serkeşê PKKyê bûye.
Di xeberê da hat gotin ku li gelek ofêsên YPG/HDSyê wêneyên Ocalan tên dîtin û wiha hat gotin: "Vê Amerîka û Îngiltere di zorê da hîşt lewra PKK li herdu welatan jî di lîsteya rêxistinên terorê da cî digre."