Saadet Firdevs Aparı
29 Îlon 2021•Rojanekirin: 30 Îlon 2021
Talibanê ji bo pêşiyê li encamên neyînî bibire di mijara binpêkirina qada hewayî da hişyarî da Amerîkayê.
Di daxuyaniya Berdevkiya Talibanê da hat gotin ku li gor qanûnên navneteweyî desthilatdariya hewayê û axa dewletan di destê welatan bi xwe da ye.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Amerîka balafirên bêmirov dişîne qada hewayê ya Efxanistanê bi vê kirina xwe hiqûq û mafên navneteweyî û sozê li Dohayê dabû Talibanê binpê dike û wiha hat gotin: "Ji bo pêşiyê li encamên neyînî bibirin em bangî Amerîkayê û welatên din dikin ku bira guh bidin hiqûq û qanûna navneteweyî û li gor vê tevbigerin."
Hê di sîstema navneteweyî da welatên ku Talibanê û hikûmeta wê ya teze îlan kiriye nas dikin tunene.