Mehmet Tosun
29 Îlon 2021•Rojanekirin: 29 Îlon 2021
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi balafira "TC-TRK" saet 11.15an çû bajarê Soçiyê yê Rûsyayê.
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Waliyê Enqereyê Vasip Şahin û peywirdarên din, Erdogan ji Balafirgeha Esenbogayê bi rê kirin.
Serokê MÎTê Hakan Fidan, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahim Kalin jî digel Erdogan çûn Soçiyê.
Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn dê li Avahiya Fermî ya Serokatiya Dewletê bên cem hev.