Berk Özkan
08 Gulan 2021•Rojanekirin: 09 Gulan 2021
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan êrîşa Îsraîlê ya dijî cemeata li Mescîdê Eqsayê li herêma Bajarê Kevin a Qudsa Rojhilat a dagirkirî şermezar kir.
Serokomar Erdogan di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da got ku "Em êrîşên menfur ên ku Îsraîl mixabin ku her remezanê dibe ser Mescîdê Eqsayê ku qibleya me ya ewil e bi tundî şermezar dikin. Em ê wek Tirkiye di her hal û şetê da li ba birayên xwe yên Filistînî bin."
Erdogan tweeta xwe bi Îbranikî, Îngilizî û Erebî jî parve kir.