Elif Irmak
29 Sibat 2020•Rojanekirin: 29 Sibat 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ji ser têlefonê axivîn.
Di axaftinê da herdu serok digel mijarên dualî di serî da geşedanên dawîn ên li Îdlibê qewimîn li ser mijarên herêmî sekinîn.
Erdogan di axaftinê da biryardariya Tirkiyeyê ya ji bo ku li Îdlibê qada bi Muxtireya Soçiyê hat diyarkirin ji hêmanên rejimê bê paqijkirin teyît kir.
Erdogan û Trump ji bo berîgirtina drama mirovahiyê ya mezin a ku li Îdlibê diqewime li hev kirin ku pêngavên din divê demildest bên avêtin.