Nihat Kavşut
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê Bînalî Yildirim da wiha axivî: "Di rêhevaliya xwe ya 40 salî da tu wextî hevalê xwe di rê da nehiştin û wekî hin kesan rêya xwe jî şaş nekir."
Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê beşdarî "Merasima Dayîna Madalyaya Rûmetê" bû ku di merasimê da madalyaya rûmetê da Serokê Meclisê û Serokwezîrê 27emîn yê Komara Tirkiyeyê Bînalî Yildirim.
Serokomar Erdogan di merasimê da axivî û destnîşan kir Bînalî Beg tenê di 16 salên dawîn da wek parlamenter, wezîr û serokwezîr ji welatê me ra xizmet kir û wiha got: "Înşellah wê ji vir pê da jî wek Serokê Meclisê xebatên xwe bidomîne. Di dema wezîrtî û serokwezîriya xwe da helwesteke dilsoz û maqûl nîşan da û hêvî dikim wê di Serokatiya Meclisê da jî vê helwesta xwe bidomîne."
Erdogan destnîşan kir Birêz Bînalî Yildirimê serokwezîrê dawîn yê Komara Tirkiyeyê ji sala 2002an vir va di hikûmetên AK Partiyê da bi wezîfeyên hilda ji bona pêşketina welat û gelê me hewl da û bi xebatên xwe di dilê me hemûyan da cî girt.
Serokomar Erdogan der heqê Bînalî Yildirim da diyar kir di rêhevaliya xwe ya 40 salî da tu wextî hevalê xwe di rê da nehiştin û wekî hin kesan rêya xwe jî şaş nekir.

Erdogan destnîşan kir Bînalî Beg şeva 15ê Tîrmehê bi wêrekiya xwe xwedî li demokrasî, îradeya gel û serxwebûna welêt derket û di dilê gelê me da ciyê xwe zeximtir kir.
Serokomar Erdogan diyar kir bawer dikim çawa dema serokwezîriyê me bi Bînalî Beg ra li hev kir di dema Serokatiya Meclisê da jî em ê heman helwestê bidomînin.

Erdogan destnîşan kir Bînalî Beg di serî da FETO li nav welêt û derveyî welêt di şerê dijî rêxistinên terorî da piştgirê me yê herî mezin bû û got di vê heyamê da jî Tirkiye dijî rêxistinên terorî operasyonên serkeftî dike.

Serokomar Erdogan diyar kir bi hewldanên hikûmeta me FETO li ber têkçûnê ye û PKK û şaxên wê êdî nikarin tevbigerin.
Serokomar Erdogan di merasimê da ji ber serkeftinên di heyama wî da Madalyaya Rûmetê ya Dewletê da Yildirimê Serokwezîrê Hikûmeta 65emîn.