Ramazan Toprak
08 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
BAĞDAT
Serokwezîr Bînalî Yildirim hevdîtin û civînên li Bexdayê bidawî anîn û derbasî Hewlêrê bû. Yildirim li Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma kurdistana iraqê Nêçîrvan Barzanî va hate pêşwazîkirin.
Yildirim, ji Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê Wezîrê Serçaveyên Avî yê Iraqê Hesen Hanî el-Cenabî û berpirsên din ve hate oxirkirin.
Bi Yildirim re Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Enerjî û Serçaveyên Tebîî Berat Albayrak Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî, Wezîrê Perwerdeyê Îsmet Yilmaz û Wezîrê Bergiriyê Fîkrî Işik jî çûne Hewlêrê.