Önder Beyter
21 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2018
TEHRAN
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî li Tehrana paytexta Îranê ligel Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî rûnişt.
Li gorî nûçeya têlevîzyona dewleta Îranê IRINNê, Barzanî û heyeta pê ra li Tehranê ligel Serokomar Ruhanî mijarên ser herêmê gotûbêj kirin.
Barzaniyê ku ligel Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî jî civiya, wê ligel Serokê Meclisa Îranê Elî Laricanî jî kom bibe.