21 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Serokê Lijneya Rêvebirinê ya Ajansa Anadoluyê û Midûrê Giştî Şenol Kazanci der heqê civîna ku Serokwezîr Yildirim bi nûnerên dezgehên medyayê ra kir da diyar kir ku veguhastina naveroka Operasyona Çiqlê Zeytûnê û salixdana hedefan dide nîşan ku hikûmet girîngiyeke çi qas mezin dide hedîseyê.
Kazanci beşdarî civîna ku Serokwezîr Yildirim bi nûnerên dezgehên medyayê ra kir bû û diyar kir ku Yildirim di civînê da li ser Operasyona Çiqla Zeytûnê agahî da, gelek nûnerên medyayê beşdarî civînê bûn.
Kazanci wiha got:
"Ji hemû nûnerên çapemeniyê ra veguhastina naveroka Operasyona Çiqlê Zeytûnê û salixdana hedefan dide nîşan ku hikûmet girîngiyeke çi qas mezin dide hedîseyê. Birêz Serokwezîr beriya ku were civînê li rûpelên ewil ên rojnameyan mêze kiriye û got ku ew ji bo vê pir kêfxweş bûye û ev rewş şibande 15ê Tîrmehê. Yekdengiya Tirkiyeyê ew kêfxweş kiribû, ev girîng e. Birêz Serokwezîr zêdetir li ser hûrgiliyên teknîkî, hedef û sedema Operasyona Çiqla Zeytûnê ya ku li ser Efrînê tê kirin, sekinî."
Şenol Kazanci destnîşan kir ku gelek kes beşdarî civînê bûn û civînê meriv tetmîn kirin.