08 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
EL-XELÎL
Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê mala filistîniyê ku ji ber îdiaya ku "bi wesaîtê êrîşî leşkeran kiriye" hat kuştin, xera kirin.
Li gor agahiyên şahidan leşkerên Îsraîlê ber destê sibehê li El-Xelîla Şerîaya Rojavayê di ser mala Îbrahîm es-Seqafiyê (22) filistînî da girtin. Li gor agahiyan di operasyonê da dîwarên malê hilweşiyan û leşkerên Îsraîlê bi xaz û guleyên plastîk midaxeleyî kesên ku operasyon perotesto dikirin, kirin.
Hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê piştî ku ji binî va xanî xera kirin, ji herêmê çûn.
Sekafî di 4ê tîrmeha 2015an da li bakurê El-Xelîlê bi îdiaya ku bi wesaîta xwe êrîşî leşkeran Îsraîlê kiriye hatibû kuştin.