Tuğçenur Akgün
28 Hezîran 2023•Rojanekirin: 29 Hezîran 2023
Serokê Amerîkayê Joe Biden, Eyda Qurbanê ya Misilmanan pîroz kir.
Biden ji bo Misilmanên hem li Amerîkayê û hem jî yên li hemû dinyayê peyameke pîrozbahiyê weşand.
Biden digel jina xwe Jill Bidenê hêviyên xwe yên xweşiyê ji bo hemû kesên ku Eyda Qurbanê pîroz dikin ragihand.
Biden diyar kir, di vê eydê da sedeqeta Hezretî Îbrahîm û malbata wî ya ji bo Xwedê tê bibîranîn û her wiha girîngiya xemxurî û xêrxwaziyê derdikeve pêş.