Abdullah Tel
29 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2020
Serokê Dewleta Filistînê Mehmud Ebas diyar kir ku ew plana qaşo ya aştiyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump red dikin.
Ebas di civîna çapemeniyê ya ku li Ramallahê li dar xist da plana qaşo ya aştiyê ya ku Serokê Amerîkayê Trump eşkere kir, rexne kir û got: "Quds malê firotinê nîne. Em bi hezaran carî ji Peymana Sedsalê ra dibêjin na."
Serokê Dewleta Filistînê Ebas destnîşan kir ku helwesta wan a li plana ku rêveberiya Washingtonê wek "Peymana Sedsalê" binav dike neguherî û wiha pê da çû: "Ne mimkun e ku Misilman û yan jî Xiristiyanekî Filistînî vê planê qebûl bikin"
Di axaftina xwe da Ebas ragihand ku ew di çarçoveya rêgezên Filistînê û rewatiya navneteweyî da ji bo lihevrûniştinê amade ne û wiha pê da çû: "Em ê bi hemû qeweta xwe şer bikin. Di vî şerê hanê da jî çeka me ya sereke wê tevgera aştiyane be."
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû di civîna çapemeniyê ya hevpar a li Qesra Spî da bi yek aliyî planê aştiyê yê Rojhilata Navîn ji raya giştî ra eşkere kirin.
Di plana qaşo aştiyê da Trump dibêje ku Quds bila wek paytexta "perçenebûyî" Îsraîlê bê qebûlkirin û îdia dike ku plan ji bo dewleta Filistînê û Filistîniyan siûda herî dawîn e.
Netanyahu jî planê ji bo Îsraîlê gelek bi kêr û destketiyeke mezin hesibandibû.