Abdullah Tel
29 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2020
Hêzên rejima Esed bi piştevaniya hewayî ya Rûsyayê navçeya Maarratunnûmana li başûrê rojhilatê Îdlibê dikeve hildan bin kontrola xwe lê bajêr mîna xirbe ye.
AAyê bi droneyê va dîmenên navçeya Maarratunnûman a ku rejim û piştgirên wê bi şev kontrola wê hildan destê xwe berî ketina wan ji hewayê va kişand.
Maarratunûman bi destê Esed û Rûsyayê wêran bû
Di dîmenan da êrîşên li ser navenda navçeyê hatine kirin xuya dike lewra cihên dîrokî jî di nav da avahiyeke êrîşan zirar nedabê li navçeyê tuneye.
- Maarratunnuman, wargeha dîrokî ye û ji heyama Osmaniyan cihên dîrokî lê hene
Navçe li başûrê Îdlibê ye û bi qasî 70 kîometre ji Tirkiyeyê dûr e û wargeha ji heyama Osmaniyan vir va heye di nav xwe da mizgeft, xan û medreseyên dîrokî dihewîne.
Navçe ji sala 2012an vir va di kontrola muxalifan da bû û êrîşên ku navçeyê wêran kirin ji mijdara sala 2019an vir va dest pê kirin.
Ji hêla cihê xwe va navçe xwedî girîngiyekê ye lewra ew li ser rêbeja M5ê ya ku ji Heleb-Îdlib-Hema-Hums-Şamê derbas dibe û heta Urdunê diçe cih digire û ji ber vê jî dibe hedefa êrîşên hêzên rejimê.
Midûriyeta Kordînatoriya Mudaxaleya Sûriyeyê ku li herêmê der barê koçê da kar û xebatan birêva dibe bi AAyê ra daneyên di dest xwe da parve kir û li gor wan agahiyan ji navend û dor û bera navçeyê nêzî 300 hezar sivîlî koç kirin.