Türkan Tosun
26 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2018
ANKARA
Berdevkê AK Partiyê Unal:
"CHP ji ber ku ji Operasyona Çiqlê Zeytûnê ra û Artêşa Tirkiyeyê ra nikare tiştekî bibêje, îja dest pê kir der barê Artêşa Sûriyeya Azad da ji bo wê bêrûmet bike, bi terorê re û DEAŞê ra têkildar bike mixabin agahiyên şaş dide. Heke şirîkê DEAŞê digerin bila vê bizanibin ku şirîkê DEAŞê PYD ye."
"(Nauerta Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê) Eşkere got PKK. Jixwe ev demeke dirêj bû me digot Amerîka li ser navê PYD, SDG, YPGyê çekan dide PKKyê û me bal dikişandine ser fealiyetên wan yên li Sûriyeyê. Berdevka Wezareta Karên Derva jî duh ev îtiraf kir."
"Partiya Gel a Komarê bi zanetî hewl dide Tirkiyeyê û mutefîqên Tirkiyeyê yên li qadê bi DEAŞê re, bi IŞÎDê ra di heman çarçoveyê de nîşan bide. Ji bo vê ziman û şêwazeke ku xitabî qada navneteweyî dike, bi kar tîne. Ez bangî Partiya Gel a Komarê dikim bila dev ji vê gotina bitalûke berde."