Haydar Şahin
12 Mijdar 2019•Rojanekirin: 13 Mijdar 2019
Dara Khosrowshahiyê Rêvebirê Payebilind ê Ubera şirketa parvekirian wesayîtan di HBOya kanala Amerîkayê da li ser kuştina Kaşikçi şîrove kir û bû sedema bertekan.
Khosrowshahiyê di bernameya "Axios on HBO"yê ya HBOyê da axivî li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî kuştina Cemal Kaşikçi şibande "qezaya wesayîta bêajokar" li sere vê di medyaya civakî da etîketa "Uberê boykot bikin (#BoycottUber) bi lez belav bû.
Karren Attiaha di rojnameya Washîngton Postê da edîtoriya Kaşikçi dikir li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî şibandina Khosrowshahi da û got, "Ez dixwazim ku her kes bala xwe bide ser gotina CEOyê Uberê."
- "Heke dewlemend bî sûcê te dibe 'şaşî' "
Attiahê bi etîketa "#BoycottUber"ê wiha got:
"Dibê kesên Uberê bi kar tînin bala xwe bidin ser meneya gotinên wî. Heke veberhênerekî Uberê kesekî bikuje ev zehf girîng nîne. Nûnerê dewleta kujer hê dikare kursiyê xwe yê li şirketê mihefeze bike. Heke dewlemend bî sûcê te dibe 'şaşî'."
Attiahê got ji bo kuştina Kaşikçi gotina 'şaşî"yê tiştekî bêmene ye û wiha pê daçû: "Di vê mijarê da ya girîng ew e ku Uber piştî kuştina Kaşikçi hê Erebistana Siûdî li rêveberiyê digre. Gelo Khosrowshahi bawer dike ku pereyê Erebistana Siûdî ji jiyana merivan girîngtir e?"
Attiahê paşê bernameya Uberê ji têlefona xwe bir û wêne parve kir.
- "Min wê çaxê tiştên ku min bi xwe pê bawer nedikir gotin"
Khosrowshahiyê CEOyê Uberê di kanala HBOyê da li ser kuştina Kaşikçî got, "Ev şaşiyeke mezin bû. Me jî şaşî kirin. Me di mijara wesayîtên bêajokar da şaşî kir, paşê da sekinandin. Meriv şaşiyan dikin lêbelê ev nayê wê meneyê ku ew ê tu carî neyên efûkirin."
Khosrowshahi pişt HBOyê daxuyaniyek da Axiosa malpera xeberan û got ku ji ber gotinên xwe gelekî poşman bû û wiha pê da çû: "Min wê çaxê tiştên ku min bi xwe pê bawer nedikir gotin. Kuştina Cemal Kaşikçi hatiye şermezarkirin û tiştekî ku were efûkirin jî nîne."
Ubera navenda wê li Kalîfornîayê ye ya şirîkê wê yê herî mezin rêveberiya Erebistana Siûdî ye piştî kuştina Kaşikçi ji ber têkliyên wê gelek caran hatibû rexnekirin.