Fatih Gazioğlu
29 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
ANKARA
Serokatiya Ajansa Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirkan (TÎKA) li Telaferê bajarê Iraqê 3 mektebên ku di êrîşên DEAŞê de zirar dîtibûn temîr kirin.
Der barê tedîlatên mekteban de ji TÎKAyê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku TÎKAyê li Telaferê dibistaneke seratayî, yeka navîn û lîseyek temîr kir.
TÎKAyê li Dibistan Navîn ya Al-Zahedê dîwarên polan temîr û boyax kir. Li dibistanê zarokên Tirkmenan yên ku piştî rizgarkirina Telaferê vegeriyabûn wê perwerdeyê bibînin.
Piştî tedîlatê bernameyek hat lidarxistin. Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Fatîh Yildiz, Midûrê Perwerdeya Telaferê Mihemed Îbrahîm, rayederên TÎKAyê, midûrê dibistanê, mamoste, xwendekar û malbatên wan beşdarî bernameyê bûn.
Balyoz Yildiz ji ber xebatên TÎKAyê yên bona Tirkmenan tên kirin, kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya rayedaran kir.