Elif Irmak,Türkan Tosun
12 Adar 2020•Rojanekirin: 13 Adar 2020
Li Sûriyeyê polêsê eskerî yê berê yê bi navê kod "Caesar" ê ku wêneyên sûcên mirovahiyê û êşkenceya dijî girtiyan yên ku rejima Esed belav kirin, li Komîteya Karên Derva ya Senatoyê qala wan bûyerên ku li Sûriyeyê dîtin, kir.
Digel Caesarê ku wêneyên êşkenceya ji mirovahiyê dûr ên li Sûriyeyê yên bi saya Ajansa Anadoluyê ji raya giştî ya navneteweyî ra hat ragihandin derxistin holê Serokê Baretspiyan (Parastina Sivîlan a Sûriyeyê) Raid Salih û Omer Alshogreyê ku di 15 saliya xwe da di girtgehên bin kontrola rejimê da êşkece dît û bû şahidê bêrehmiya rejimê.
Caeser ji bo ku deşîfre nebe bi xîlikekî hêşîn da hat û serê xwe girt û berçavka tavê da ber çavên xwe. Dema axaftina Caeser da destûr nehat dayîn ku tu qeydên vîdeo yan jî dengê bê girtin. Komşteyê ragihand ku ji bo ewlehiya Caeser biryareke wiha da. - Banga "mirinan rawestînin" Caesar ji ber ku derfeteke wiha danê spasiya Kongreyê kir û dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku di nav rejimê da seranserê 2 sal û nîvê wek wênekêşê edlî peywir kir û bû şahidê sepan û êşkenceya ji mirovahiyê dûr ya rejima Esed.
Caesar diyar kir ku di girtîgehên rejimê da hê jî kêm zêde 250 hezar Sûriyeyî hene, gelek ji wan ji ber êşkence û birçîbûnê bi mirinê ra rû bi rû ne û di serî da Amerîka ji saziyên navneteweyî xwest ku demildest midaxele bikin.
Caesar Qanûna Parastina Sivîlan a Sûriyeyê ya ku ji hêla Kongreya Amerîkayê va hat pêşkêşkirin û ji ber sûcên şer ên li Sûriyeyê ji bo rejima Esed û eskerên peretî yên biyanî yê ku piştgiriyê dide wan mueyideyê pêş dibîne bi bîr xist û ev gotin:
"Em 9 salan di bin bombebaran û êşkenceyê da man lê Amerîkayê tenê temaşe kir. Me lavayî we kiribû ku Sûriyeyiyan ji hêla mirovî da wekî birayên xwe bibînin û qetlîama li wir rawestînin. Niha tenê daxwazeke me heye. Mirinan rawestînin. Her wiha ev qanûn hêviya dawîn a Sûriyeyiyan e. Em hêvî dikin ku Amerîka serkêşiya civaka navneteweyî bike û dawî li fealiyetên deremirovahiyê yên li wir bîne."
- "Tekane zimanê ku rejima Esed jê fehm dike mirin û xirabkirin e"
Ceaser got rejim bi piştgiriya Rûsya û Îranê va li Îdlibê bi milyonan sivîlan hedef digire, heke civaka navneteweyî bêdeng bimîne Esed wê sûcên şer ên din jî bike.
Caesar bangî rêvebiriya Amerîkayê kir ku bila Îdlib ji balafiran ra bê qedexekirin û wiha dewam kir: "Bila neyê jibîrkirin ku rejima Esed dîplomasî û lihevkirinê fêm nake. Tekane zimanê ku rejima Esed jê fehm dike mirin û xirabkirin e. Ji ber vê peyamên şermezarkirinê ji bo rawestandina Esed têrê nakin. Divê ji vê zêdetir tişt bên kirin."
- "Hewcedariya Tirkiyeyê bi piştgiriya we heye"
Ji bilî vê Serokê Parastina Sivîl a Sûriyeyê (Kumspî) Raid Salih jî got bi saya Herekata Mertalê Aştiyê Sûriyeyiyan ji bo demekê nefeseke rehet stendin û wiha dewam kir: "Operasyona Tirkiyeyê rê li ber êrîşên esmanî yên li Îdlibê girt. Lê dîsa jî ev ji bo agirbesteke mayînde têrê nake. Hewcedariya Tirkiyeyê bi piştgiriya we heye."
Salih got divê Esed û piştgirên wê ji ber sûcên şer ên ku kirine li mehmekeyên navneteweyî bên darizandin, sivîl ji êrîşan bên parastin û Sûriye ji bo firîna balafiran bê qedexekirin.
Omer Alshogreyê di girgitîgeha rejimê da îşkence dîtiye jî got bavê wî li ber çavê wî hatiye kuştin.
Alshogre got wî û çend kesên din nav û hejmarên li ser wan cesedên ku Ceaser wêneyên wan kişandibûn nivîsandine, ew ji wan kesên hatine kuştin gelekan jî nas dike.