İbrahim Atmaca
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
KERKÛK
Hat ragihandin ku hêzên Iraqê li rojhilata wilayeta Salahaddînê, li herêma çil û çiyayî ku di nav sînorê Kirkûkê da dimîne, li dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Fermandarê Tûgaya 3yemîn a Hêzên Polêsan ên Midaxaleya Acil Serpel Rafî Amir daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û wiha got: "Me li dijî ûnsûrên DEAŞê yên ku li herêma çil û çiyayî ya li rojhilata wilayeta Salahaddînê xwe veşartine, operasyon da destpêkirin."
Amir diyar kir ku komeke ku ji DEAŞê veqetiyaye û navê "Bialayên Spî" li xwe kirine, ji bo ku seba herêmê nebin tehdît ew ê midaxale bikin û wiha dewam kir: "Di operasyona rizgarkirina Mûsil û Hewîceyê da terorîstên DEAŞî revîn, armanca me ew e ku em herêmê bi temamî ji terorîstên DEAŞî paqij bikin."
Amir der heqê maweya operasyonê da jî wiha got: "Heta ku herêm bi temamî ji DEAŞê neyê paqijkirin, operasyonê bidome."