Muhammet Kurşun
14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
ANKARA
Cîgirê Serokwezîr Numan Kurtulmuş der barê referandûma serxwebûnê ya li Herêma Kurdistanê de got: "Ev meseleya referandûmê her demê dihate bikaranîn. Lê di vê pêvajoyê de rêveberiya Herêma Kurdistanê diyar dike ku bêyî bi Tirkiyê re bişêwire dê gavekê biavêje. Di vê pêvajoyê de gotina me vekirî ye, helwesta Tirkiyê der barê yekparçeyiya axa Iraqê de zelal e. Yekparçeyiya axa Iraqê ne tenê yekparçeyiya axa Iraqê ye, di heman demê de ji bo herêm zêdetir parçe nebe tezeke muhîm e."
Kurtulmuş digel nûnerên televizyon û rojnameyan ên li Enqereyê di fitarê de civiya û der barê rojevê de nirxandin kirin, cewaba pirsan da.
Li ser pirseke der barê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de Kurtulmuş got Tirkiye digel Herêma Kurdistanê xwedî têkiliyên pir baş e û wiha dewam kir:
"Heta niha mekanîzmayên îstişareyê yên dualî dihatin bikaranîn û heta roja îro mesele wisa baş dewam kiriye. Ev meseleya referandûmê her demê dihate bikaranîn. Lê di vê pêvajoyê de rêveberiya Herêma Kurdistanê diyar dike ku bêyî bi Tirkiyê re bişêwire dê gavekê biavêje. Di vê pêvajoyê de gotina me vekirî ye, helwesta Tirkiyê der barê yekparçeyiya axa Iraqê de zelal e. Yekparçeyiya axa Iraqê ne tenê yekparçeyiya axa Iraqê ye, di heman demê de ji bo herêm zêdetir parçe nebe tezeke muhîm e. Di serdemeke ew qasî guherîn, nelihevkirin û tevlihevî lê hene bi referandûmê vekirina deriyekî nû yê nelihevkirinê ne rast e. Ev xizmetê ji aştiya herêmî û çareseriya pirsgirêkên li Iraqê nake. Problem di nava hikûmeta navendî û ya rêveberiya Iraqa Bakur de hene, wek pirsgirêka petrolê, di van de gelek caran Tirkiye ketiye dewrê. Fikrê me ew e ku divê hikûmeta navendî û rêveberiya Iraqa Bakur di çarçoveya destûrê de têkiliyên xwe baştir bikin û problemên ku ji pratîkê diqewimin jî çareser bikin û gaveke ku zêdetir bêîstiqrariyê bîne herêmê neavêjin. Em hêvî dikin ku gaveke wisa neyê avêtin."
Kurtulmuş, diyar kir ku ew gava rêveberiya Herêma Kurdistanê û geşedanên din ên herêmê ji nêzîk ve taqîb dikin û ev girêdayî ewlehiya Tirkiyê ne."
Herwiha bal kişand ser wê yekê ku meseleya kurdan 4 welatên li herêmê jî eleqedar dike û wiha axivî:
"Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiye. Welatê ku nifûsa kurd lê herî zêde ye Tirkiye ye. Di 13-14 salên dawiyê de ji bo xelaskirina PKKyê û di esasê heq û azadiyan de gelek gav hatin avêtin. Hilbijartina dawîn vê diyar dike. Dema dewlet gavekê diavêje xelkê herêmê du gavan davêje. Hedef ew e ku atmosferek were avakirin xelkê herêmê bibêje "ev dewlet dewleta min e, ev welat nîştimanê min e". Ji bo vê jî divê têkiliyên millet û dewletê li Rojhilat û Rojhilatê Başûr werin bihêzkirin."