04 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2019
Tirkiyeyê ji ber ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bêyî agahiya endaman hebe bi "Ferhad Ebdî Şahîn"ê terorîstê PKKyî yê fermandarê Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê ra ku di bandora PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê da ye qaşo "plana xebatê" îmze kir notaya protestoyê da Ofîsa Cenevreyê ya NYê û meqamên Swîsreyê ku destûr dan bikevin welêt.
Li gor agahiyên ji Nûnertiya Daimî ya Ofîsa Cenevreyê ya NYê ya Tirkiyeyê hatin hildan di asta Wekîlê Dîrektorê Giştî yê Ofîsa Cenevreyê yê NYê ra pêwendî danîne û aciziya ji ber îmzekirina "plana xebatê" ragihandine.
Li gor agahiyên nûnertiyê piştî protestoya devkî notaya protestoyê dane Ofîsa Cenevreyê ya NYê û meqamên Swîsreyê.
Li gor agahiyan bi notaya protestoyê ra belgeya ku "Ferhad Ebdî Şahîn"ê terorîstê PKKyî di lîsteya sor ya Interpolê da cî digire jî şandine.
- Ji Pedersen veşartine
Li gor agahiyan Nûnertiya Daimî ya Ofîsa Cenevreyê ya NYê ya Tirkiyeyê bi ofîsa Geîr O. Pedersenê Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê NYê ra jî pêwendî danîne u pirs kirine ku haya wî ji îmzekirina "plana xebatê" heye yan ne.
Rayedarên ofîsa Pedersen ji diplomatên Tirkiyeyê ra diyar kirine haya wan ji merasima îmzeyê tuneye.
- Li NYê peyman hatibû îmzekirin
Virgînîa Gambaya nûnera taybet ya şerê çekdarî û zarokan ya Sekreterê Giştî yê NYê 29ê Hezîranê li ofîsa Cenevreyê ya NYê bi "Ferhad Ebdî Şahînê" endamê YPG/PKKyê ra hatibû bal hev û bi merasimeke fermî ji bona "şervanên zarok yên di nav refên rêxistinê da bên berdan" peyman îmze kiribû.
Li gorî rapora NYê di 2016an da di nav YPGyê da 46 zarokên şervan hebûn û ev jimar di 2017an da qederê 5 qat zêde bûbû û derketibû 224an.