27 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2015
WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama ji bo ku beşdarî lûtkeya G20yê ya ku dê li Antalyayê bê kirin bibe, dê di 14ê sermawezê de were Tirkiyê.
Di daxuyaniya ku ji Qesra Spî hat dayîn de dan zanîn ku Obama dê di navbera 14-22yê sermawezê de Tirkiye, Filîpîn û Malezyayê ziyaret bike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Serok Obama dê li Tirkiyeyê beşdarî Lûtkeya G20yê ya ku dê piştgiriyê bide hewldanên navneteweyî yên ji bo pêşketine aboriya hêzdar, berdewamî û bihevseng be."
Hat diyarkirin ku Obama dê li Filipînê beşdarî Lûtkeya Hevkariya Aboriyê ya Asyaya Pasîfîk bibe, li Malezyayê jî dê beşdarî DYA-ASEAN û Lûtkeya Asyaya Rojhilat bibe.