17 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2016
ANKARA
Unsûrên Artêşa Sûriya Azad (ASA) Dabiq kontrol kirin û bi vê hemleyê va pêşî li êrîşên rêxistina terorê DEAŞê yên bi roketê yên dijî Tirkiyê hat girtin.
Li gorî agahiya ku ji Hêzên Çekdar ên Tirkiyê hat wergirtin, operasyona Mertalê Feratê di serî da rêxistina terorê DEAŞ, bona ku li dijî rêxistinên terorê tevdîrên li ser sînor bê xurtkirin û alîkariyê bidin hêzên hevpeymanê, ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkiyê va di 24ê tebaxê da hatibû destpêkirin, berdewam e
Di roja 55an a hemleyê da Grûba Hêza Peywira Taybet a ku ji muxalifan pêk tê, digel alîkariya gulebarana ji beja û asîman li rojhilatê Mareyê Soran, Îhtimalat, Dabiq, Tulaylin, Hewar En Nahr, Asanbul, Resm El Werd, Salihiye û Hemîdiye kontrol kirin. Li deverên navborî xebata paqijkirina mayîn û teqemeniyên destçêkirî berdewam e. Bi kontrolkirina Dabiqê va pêşî li êrîşên DEAŞê yên bi roketên Katyûşayê va yên dijî Tirkiyê hat girtin.
Duhê 70 hedefên rêxistina terorê DEAŞê hatin gulebarankirin û rêya pêşveçûna unsûrên ASAyê hat vekirin. Di pevçûnên nava rojê da gelek mensûbên DEAŞê hatin kuştin, ji muxalifan 9 kes şehîd bûn, 24 kes jî birîndar bûn.
Di hemleya asîmanî ya hêzên hevpeymanê ya dijî hedefên DEAŞê yên ku li Asanbûlê hatin tespîtkirin da 6 terorîst hatin kuştin, kozikeke wan a berevaniyê hat îmhakirin.
Ji destpêka hemleyê vir va bi destê muxalifan nêzîkî hezar û 220 kilomêtrokare erd hat kontrolkirin.