Haydar Şahin
08 Adar 2018•Rojanekirin: 11 Adar 2018
İSTANBUL
Vê hefteyê 5ê wan xwemalî 11 fîlm dikevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Fîlma "Berxwedan Karatay-Qehremanê Dawîn ê Selçûqiyan" a ku derhêneriya wê Selahattîn Sancakli dike ew ê sibê têkeve vizyonê.
Di fîlmê da Mehmet Aslantug, Fîkret Kuşkan, Alperen Duymaz, Burcu Ozberk, Ece Yaşar, Kutay Kokturk, Nefîse Karatay, Bahadir Yenîşehîrlîoglu, Nîk Xhelîlaj, Cahît Kayaoglu û Alî Buhara Mete dilîzin.
Di vê fîlmê da qala berxwedana Emir Celaleddîn Karatay a ku li dijî Moxolan daye dikin.
- "Bi Tenê Xeyal Man"
Derhêneriya fîlma "Bi Tenê Xeyal Man" Mehmet Alî Arslan dike û di fîlmê da Mahmut Cevher, Perîhan Savaş, Ecem Baltaci, Açelya Elmas, Alîcan Ayas, Selîn Soyturk, Guzde Uçan, Bîlal Yikilmaz, Mîne Kivanç, Melîsa Alagoz û Yavuz Pekdemîr dilîzin.
Di fîlmê da qala mamosteyekî matematîkê yê teqawidbûyî dikin û mamoste ji bo debara zarokên xwe li ber xwe dide.
- "Tax"
Derhêneriya fîlma "Tax"ê Bugra Gulsoy û Serhat Teoman dikin, di fîlmê da qala 3 hevalên ku li heman taxê dijîn dikin, kesekê biyanî mala xwe barî taxê dike û di jiyana van hevalan da guherîn çêdibin.
Bugra Gulsoy û Serhat Teoman di heman demê da lîstikvaniya fîlmê jî dikin.
- "Dara Wijdanê"
Derhêneriya fîlma "Dara Wijdanê" Olgun Ozdemir dike û di fîlmê da qala merivekî ku li Kuşadasiyê dijî û kekê wî yê hewcedarê xwedîkirinê dikin.
Di fîlmê da Turgay Tanulku, Şerafettîn Kaya, Belgîn Oturgan, Tayfun Sav û Gîzem Kinay dilîzin.
- "Locman"
Derhêneriya fîlma "Locman" Şukru Alaçam dike û di fîlmê da Alîcan Yücesoy, Yelîz Kuvanci, Nîsa Sofîa Aksongur û Îlker Kaboglu dilîzin.
Di fîlmê da qala tayîna merivekî û serpêhatiyên wî dikin.
- "Grîngo"
Derhêneriya fîlma "Grîngo" Nash Edgerton dike û di fîlmê da Davîd Oyelowo, Charlîze Theron, Joel Edgerton, Amanda Seyfrîed, Thandîe Newton, Melonîe Dîaz û Dîego Catano dilîzin.
- "Mekan û Rû"
Promiyera belgefîlma "Mekan û Rû"yê li Festivala Fîlman a Cannesê hat kirin û di fîlmê da dîmenên ku Agnes Vardayê sînemeger û JRyê wênekêş li çil û çiyayên Fransayê kişandine tên nîşandan.
- "Ziyaretvan: Nêçîra Şevê"
Derhêneriya fîlma "Ziyaretvan: Nêçîra Şevê" Johannes Roberts dike û di fîlmê da Christina Hendrîcks, Baîlee Madîson, Martîn Henderson, Lewîs Pullman û Emma Bellomy dilîzin.
Fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin û tê da qala serpêhatiyên malbateke ku ji hêla 3 kesên rûpêçayî tê teqîbkirin dikin.
- "Phantom Thread"
Derhêneriya fîlma "Phantom Thread" Paul Thomas Andersonê ji Amerîkayê dike û di fîlmê da Daniel Day-Lewis, Vicky Krieps, Lesley Manville û Camilla Rutherford dilîzin.
- "Perwane"
Di fîlma "Perwane" ya ku di kategoriya Anîmasyona Herî Baş da ji bo Oscarê wek namzed hat nîşandan da Perwaneya qîzîn a 11 salî li bavê xwe yê ku di şerê Efxanistanê da hatiye derdestkirin digere.
- "Qehremanên Piçûk"
Derhêneriya "Qehremanên Piçûk" a fîlma anîmasyonê Peter Lepeniotis dike, di fîlmê da qala serpêhatiyên Chloheyê ku keşf dike di hewşa malê da cuce dijîn û Lîamê cînarê wan dikin.