Elif Orhan
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
KERKÛK
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm yê ku bi biryara parlementoya Iraqê ji peywir hat ezilkirin got ku biryar "qanûnî nîne."
Kerîm di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku li gor qanûna bi jimara 34 a Meclisa Wîlayeta Kerkûkê dixebite, qanûna navborî jî peywira tayînkirin û ji peywir ezilkirina walî dide Meclisa Wîalyetê tenê.
Kerîm got ku "Biryar qanûnî nîne. Min dengê pêbaweriyê ji Meclisa Wîlayeta Kerkûkê sitand. Ezilkirina min jî tenê bi destê vê saziyê dibe." û destnîşan kir ku Parlementoya Iraqê yan jî Serokwezîr nikare wî ji peywir bistîne.
Kerîm da zanîn ku dengdayîna ku "ji aliyê komeke diyar ve hat kirin" piştî banga ji bo beşdariya referandûmê ya ji niştecihên Kerkûkê re hat kirin.
Parlementoya Iraqê di rûniştina ku îro kir de biryar dabû ku Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm ji peywira wî ezil bike.