İbrahim Atmaca
12 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2019
Çêkerê Hollywoodê yê Amerîkayî Harvey Weinstein û jinên îdia dikin ku dijî wan tacîza cinsî kiriye bi bergîdana 25 milyon dolar tezmînatê li hev kirin.
Li gor nûçeyên medyaya Amerîkayê, Weinstein ji ber sûcdariyên tacîza cinsî kefalet daye û bêyî ku were girtin tê darizandin. Weinstein û lijneya rêvebirinê ya studyoya fîlman ku îflas kir, bi jinên ku îdiayên tacîzê didin pêş ra li hev kirin û wê 25 milyon dolar wek tezmînat bidin wan jinan.
Divê mehkeme jî lihevkirinê pesend bike.
Studyoya fîlman a ku îflas kir wê ji polîçeyên sîgorteyê pere bide jinên ku doz li Weinstein vekir.
Heta niha ji zêdetirî 70 jinan Weinstein bi tacîzê va sûcdar kiribûn.