Azad Mohammed Abdullah
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
HEWLÊR
Endamê Lijneya Maddeya 140î li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Hacî Karwan got: "Niha li Kerkûk, Tûzxurmatû û deverên din li şûna Kurd û Tirkmenên Sunnî, welatiyên Şiî bicih dikin."
Hacî Karwan daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî û aliyên ên peywendîdar soz dane wan ku belgeyên rasteqîne li ser bûyerên Tûzxurmatûyê û Kerkûkê kom bikin.
Endamê Lijneyê û Parlamenter Hacî Karwan wiha agahî da:
"Ya ku Îran li hemberî Herêma Kurdistanê û cihên binîqaş dike plangêriyeke herêmî ye. Ne tenê Iraq û Heşda Şebiyê êrişî ser herêmên binîqaş kirin. Artêşa Pasdarana Îranê jî digel wan bû û Qasim Silêmanî serperiştiya operasyonê dikin. Armanc jî qirkirina neteweya Kurd û jinavbirina mezhebê Sunnî ye li Iraqê. Armanc ew e ku demografiya temamê herêmê biguherînin. Niha dest pê kirine jî. Li cihê Kurd û Tirkmenên Sunnî welatiyên Şiî li malên wan bicih dikin."
Li ser rewşa Tirkmenan û deverên wan wiha agahî da:
"Mesela Amirlî bajarekî Tirkmennişîn e, bi Silêman Beg re kirine yek bajar û welatiyên Şiîmezheb ji wir bi cih kirine. Gelekî hewl didin ku deverên Sunnînişîn bêewle bimînin da ku xelk venegerin malên xwe."
Hacî Karwan herwiha got li gor raporên wan di navbera 100 û 120 hezar kesî ji Kerkûk û deverên binîqaş koç kiriye. Herwiha ji 20 kesan zêdetir hatine kuştin û 20 kes jî winda ne. Wek din 250 xanî hatine xerakirin û 500 mal jî talankirî ne.